Li Herêma Kurdistanê tozbarîn dest pê dike
Hewlêr (K24) – Desteya Keşnasî ya Iraqê ragihand, îro piştî nîvro 25ê Hezîrana 2022yan pêleke tozbarînê ya Herêma Kurdistanê û çend parêzgehên Iraqê digre.
Di daxuyaniya Desteya Keşnasî ya Iraqê de hatiye diyarkirin, pêleke tozbarînê ji Mûsilê dest pê dike û piştre Hewlêr, Duhok, Silêmanî, Kerkûk, Tikrît, Enbar, Bexda, Diyala, Kerbela, Babil û Necefê digre û mesafeya dîtinê li çend deveran dê bibe 500 metre.
Desteya Keşnasî herwiha eşkere kir, bandora tozbarînê dê sibe kêm bibe û tê pêşbînîkirin, li çend deverên çiyayî yên Başûrê Kurdistanê dê baran bibare.