ENKS: Piştî 7 salan hîn jî ti lêkolîneke zelal derbarê Komkujiya Kobanê de nehatiye kirin

ENKS bi tundî tawana Şeva Xedirê şermezar dike û PYDê di ber eşkerekirina rastiya vê komkujiyê de berpirsyar dibîne
Goristana Komkujiya Kobanê
Goristana Komkujiya Kobanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di salvegera komkujiya Kobanê (Şeva Xedirê) de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, “Piştî derbasbûna 7 salan di Komkujiya Kobaniyê (Şeva Xedirê) re, hîn jî hûrgiliyên wê nezelal in û ti lêkolîneke zelal derbarê wê de jî nehatiye kirin.”

Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniya xwe de ragihand, “Xelkê bajarê Kobanî roja 25ê Hezîrana 2015an li ser dengên guleyan û tirsê şiyar bûn ku bi sedan welatiyên sivîl ên bêguneh şehîd bûn. Ev komkujiya ku ji aliyê têrorîstan ve hatiye kirin, digihe asta tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê.”

ENKSê diyar kir jî, “Ev tawana hovane piştî çend mehan ji rizgarkirina bajar ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel û hêzên Pêşmerge bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî pêk hat.”

ENKS destnîşan dike: “Piştî derbasbûna 7 salan di Komkujiya Kobaniyê (Şeva Xedirê) re, hîn jî hûrgiliyên wê nezelal in û ti lêkolîneke zelal derbarê wê de jî nehatiye kirin. Ma çawa otomobîlên leşkerî û komên terorîst bi çekên xwe û bi vî rengî ketin hundirê bajar û ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ve nehatin armanckirin? Û Çawa bi ser malên welatiyên bêparastin de hat girtin, di demekê de ku bajar di bin kontrola hêzên PYDê de bû, ku berpirsiyariya parastin û asayîşa welatiyan hilgirtibû ser xwe.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin: “Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi tundî tawana Şeva Xedirê şermezar dike û PYDê di ber eşkerekirina rastiyê de berpirsyar dibîne.”

Her wiha ENKSê dibêje: “Em ji gelê xwe û malbatên şehîdan re piştrast dikin ku dê rastî derkeve holê, dadwerî dê riya xwe bibîne û berpirsyar û tawanbarên vê tawanê û tawanên din ên li hemberî gelê me hatine kirin, dê bigihin cezayên xwe.”