Sefîn Dizeyî: Pêwîst e Hikûmeta Federal bilez rê li ber êrîşê li Kormorê bigire

Sefîn Dizeyî: Ji bo parastina serî malên karkeran û gelê herêmê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê her gavekê biavêje

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, pêwîst e Hikûmeta Federal rêkarên bilez bigire û rê li ber van mûşekbaran bigire.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Bi tundî êrîşa li ser kêlgeha gazê ya Kormorê şermezar dikim, ev çend car in êrîşên teroristî li ser wê tê kirin.”

Sefîn Dizeyî tekez kir: “Pêwîst e Hikûmeta Federal rêkarên bilez bigire û rê li ber van mûşekbaran bigire.”

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, ji bo parastina serî malên karkeran û gelê herêmê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê her gavekê biavêje.