Bakurê Kurdistanê ji aliyê geştyariyê ve demeke zêrîn dijî

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Bajarên Bakurê Kurdistanê îsal kerta geştyariyê geş e. Bi taybetî ji aliyê geştyariyê ve Diyarbekir demeke zêrîn dijî. Geştyarên ku ji bajarên Tirkiyeyê têne Diyarbekirê dibêjin; wan ji çand û dîroka bajêr gelek hez kir. Rayedarên rêxistinên geştyariyê jî amaje dikin; bo ku zêdetir geştyar serdana bajêr bikin divê geştên asmanî yên ji derveyê welat bo Diyarbekirê bên zêdekirin.

Li Diyarbekirê, li serê her kûçe û kolanekê û li cihên geştyarî komên geştyaran digerin. Zêdetirê geştayran ji bajarên Tirkiyeyê ne. Di 5 mehên îsal de ji 235 hezaran zêdetir geştyar ji bajarên Tirkiyeyê hatine Diyarbekirê.

Geştyar Fîlîz Gulgor: “Li Diyarbekirê me gelek şûnwarên dîrokî dît in. Her hûrgiliya ku rêberê me behs dikir me nivîsand. Ez plan dikim ku careke din jî vegerim vê herêmê û bi dilê xwe li van bajaran bigerim.”

Geştyar Naciye Duygulu: “Em ji Stenbolê hatine, ev 4-5 roj in em di riyan de ne, riya me gelek dûr bû.  Dema ku mirov li van bajaran digere mirov xwe baştir hîs dike.”

Geştyar Gulten Paksoy: “Em li gelek bajaran geriyan, me ji van bajaran gelek hez kir. Dikandarên wan baş in, mirovên van bajaran mêhvandost in.”

Geştyar Gul Kaygusuz: “Me gelek meraqa vê erdnîgariyê dikir. Baş bû ku em hatin û me ev der dît. Ev yekem car e ku em serdana Diyarbekirê dikin. Em ê careke din jî werin vêderê.”

Îsal, danasîna Diyarbekir, Riha, Mêrdîn û Semsûrê li Tirkiyeyê û cîhanê baştir hat kirin. Her dîsa ji Elmanyayê bo Diyarbekirê geştên asmanî yên rasterast jî bû sedem ku hejmara geştyarên biyanî zêdetir bibin. Endamê Yekitiya Acenteyên Geştyariyê ya Tirkiyeyê (TURSAB) Serdar Baturay got; geştyarên biyanî zêdetir danûstandinê dikin, divê hejmara geştên asmanî yên rasterast  yên derve bên zêdekirin.

Serdar Baturay: “Herêma me ji aliyê geştyariyê ve demeke zêrîn dijî.  Otel tijî ne, dikandar ji hatina geştyaran keyfxweş in. Geştyar jî gelek bextewar dibin. Lewra li Diyarbekirê otelên biqalîte hene, nirxên kelûpelan ne giran in. Xwarin û vexwarinên herêma me bi tam in.”

Li gorî daneyên fermî, di 5 mehên îsal de bi giştî 251 hezaran geştyaran serdana Diyarbekirê kirine, li bajêr mane û bi danûstandina xwe abûrî geş kirine.