Rûsya bajarê Severodonetsk bi temamî kontrol dike

Moskow bajarê Severodonetsk bi temamî kontrol dike û gelek teqîn Kîeva Paytext hejandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsên Rûsî û Ukraynî piştrast kirin ku piştî zêdetirî mehek ji şerên giran, hêzên Rûsî roja Şemîyê bajarê Severodonetsk li rojhilatê Ukraynayê bi temamî kontrol kirin.

Ukrayna vekişîna xwe ji bajêr wekî "paşvekişîneke taktîkî" bi nav kir da ku ji qadên bilind ên Lyschanskê li berava li hember çemê Seversky Donets şer bike.

Cudaxwazên alîgirên Rûsyayê jî gotin ku hêzên Moskowê niha êrîşî Lyschansk dikin.

Hevdem, Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko jî li “Telegram” ragihand, di demjimêrên sibê yên roja Yekşemê de çend teqîn li taxa Şevçenkîvskî ya paytexta Ukraynayê Kîevê çêbûn.

Klitschko diyar kir ku ambulans û tîmên hawarhatinê berê xwe dan cihê teqînan û agahiyên berfireh dê piştre bên bidestxistin.

Navçeya teqîn lê rû dane, navçeyeke dîrokî ye û rêzek ji zanîngeh, xwaringeh û galeriyên hunerî lê hene.