“G7 dê li ser qedexekirina hawerdekirina zêrê Rûsî li hev bikin”

Serokên welatên G7 îro Yekşemê li Bavaria, li başûrê Almanyayê dicivin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden û serokên welatên G7 li hev kirin ku hawerdekirina zêr ji Rûsyayê qedexe bikin.

Serokên welatên G7 îro Yekşemê li Keleha Elmau ya li Bavaria, li başûrê Almanyayê dicivin.

Jêderekî agahdar ji Reutersê re ragihand, Serokê Amerîka Joe Biden û hevtayên wî yên di G7 de dê li ser qedexekirina hawerdekirina zêr ji Rûsyayê li hev bikin, di demekê de ku ew hewl didin dorpêçên li dijî Moskowê ji ber şerê li Ukraynayê berfireh bikin.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê dê roja Sêşemê biryara qedexekirina hawerdekirina zêr ji Rûsyayê bo Amerîkayê bide. Çavkaniyê got ku ev biryar “dê Rûsyayê ji aboriya cîhanî bêtir dûr bixe û rê li ber beşdarbûna wê di bazara zêr de bigire.”

Zêr piştî enerjiyê, duyemîn berhema herî mezin a hinardekirina Rûsyayê ye. Qedexekirina hawerdekirina zêr ji Rûsyayê dê bibe cezaya herî dawî di rêze cezayên ku ji ber şerê li Ukraynayê di 24ê Sibatê de, li ser Moskoyê hatine sepandin.

Rûsya her sal ji sedî 10 ji zêrê ku li seranserê cîhanê tê derxistin, hildiberîne. Ji dema ku wê di sala 2014an de Kirim bi ser xwe ve xistiye jî, zêrê wê sê qatan zêde bûye.