Li Neynewa kêlgeheke mezin a petrol û gazê hat dîtin

Parêzgarê Neynewa Necm Cibûrî dîtina kêlgeheke mezin ragihand.

Hewlêr (K24) – Parêzgarê Neynewa Necm Cibûrî dîtina kêlgeheke mezin ragihand, ku xwedî yedegeke mezin a petrol û gazê ye. Herwiha diyar kir, kompaniyên lêgerîna petrolê yên li Iraqê ji bo lêgerîna petrolê xebatên xwe didomînin.

Necm Cibûrî ji medyaya Iraqê re ragihand, parêzgeha wan piştevaniya kompaniya lêgerîna petrolê ya Iraqê dike, herwiha parêzgarî asayîş û seqamgîriyê ji bo xebatên wan dabîn dike.

Cibûrî eşkere kir, kompaniya lêgerîna petrolê ya Iraqê kariye çendîn kêlgehên nû li deverên Geyare û Tileferê bibînin û kompaniyên lêgerîna petrolê, xebatên xwe yên dîtina petrolê li parêzgeha Neynewa didomînin.

Parêzgarê Neynewa herwiha got, parêgariya wan çendîn car ji Wezareta Petrolê ya Iraqê xwestiye ku dixwazin parzûngeheke mezin li kêlgeha Geyare were damezrandin, herwiha çendîn kompaniyên din jî xwestine sûdê ji gaza li wê deverê werbigrin, lê belê heta niha ti rizamendî ji Wezareta Petrolê wernegirtine.