Îran: Kazimî ji Erebistanê çend mijarên li ser gotûbêja dualî gihandin ber destê me

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade ragihand, Mistefa Kazimî di serdana xwe ya duh a Tehranê de, çend mijar ji Erebistana Siûdî ve li ser gotûbêjên dualî yên navbera Tehran û Riyadê, gihandine rayedarên Îranê.

Hewlêr (K24) – Piştî serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi herdu welatên Erebistana Siûdî û Îranê, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade ragihand, Mistefa Kazimî di serdana xwe ya duh a Tehranê de, çend mijar ji Erebistana Siûdî ve li ser gotûbêjên dualî yên navbera Tehran û Riyadê, gihandine rayedarên Îranê.

Seîd Xetîbzade di civîneke çapemeniyê de ragihand, armanca serdana ku duh roja yekşemê 26ê Hezîrana 2022yan Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo Tehranê encam da, zindîkirina gotûbêjên navbera Erebistan û Îranê ye.

Xetîbzade eşkere kir, aliyê Erebistanê amadebûna xwe ji bo berdewamkirina gotûbêjan li ser asta dîplomatîk nîşan daye û got: “Mistefa Kazimî di serdana xwe ya duh de bo Tehranê, çend mijar ji Erebistanê li ser gotûbêjên dualî yên navbera Tehran û Riyadê gihandin rayedarên Îranê.”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî roja 25ê Hezîrana 2022yan serdana Erebistanê kir û li gel Şahzade Mihemed bin Selman civiyan.