Li Edenyê biryara binçavkirina 38 endam û alîgirên HDPê hat dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Edneyê biryara binçavkirina 38 endam û alîgirên HDPê hat dayîn, Serokê Şaxa Edeneyê ya HDPê û Cîgira Şaredara Navçeya Seyhanê jî hene.

Rêveberiya Ewlekariya Edeneyê başa têkoşîna dijî terorê bi tometa eşkerekirina çalakiyên PKK’ê li navçeya Çokurova ya ser bi Edeneyê biryara binçavkirina 38 endam û alîgirên HDP’ê da.

Di nava binçavkiriyan de Serokê Şaxa Edeneyê ya HDPê û Cîgira Şaredara Navçeya Seyhanê jî hene.

Polîsan avêtin ser malên wan û di nava malan de lêgerîn kirin. Kesên binçavkirî piştî pişkinîna tendirustiyê ji bo lêpirsînê şandin ewlekariya bajêr.

Her wiha şaxê Komelaya Mafên Mirovan ÎHD’ê ya bajarokê Geverê ya ser bi Colemêrgê li ser hesabê xwe yê twîterê ragihand, 20 sivîl ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatine eşkencedan bi darê zorê ji bo cihê operasyonê hatine şandin û çarenivîsa wan nayê zanîn.