HDP bang li welatiyan dike tevlî kongreya wan a 5emîn bibin

Diyarbekir (K24) – Rêxstina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Diyarbekirê, bang li welatiyan dike ku bedşarî 5emîn Kongreya Mezin ya HDPê li Enqerê bibin. Hevserokê rêxistina HDPê ya Diyarbekirê Zeyad Ceylan got; meşa wan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd e.

Li Diyarbekirê li avahiya rêxistina HDPê, hevserokên rêxistina HDPê Zeyad Ceylan û Gulistan Atasoy di kongreyeke rojnamegerî de bang li welatiyan kirin ku beşdarî kongreye partiya wan a mezin li Enqerê bibin.

Hevserokê HDPê Zeyad Ceylan got; nîvê endamên wan hatine zindanîkirin û her roj jî hevalên wan têne girtin lê belê tevî hemû zextên li ser partiya wan hê jî li ser piyan e û tekoşîna xwe didomînin.

Zeyad Ceylan wiha got: “HDP her daîm bûye hêvî û ev hêvî niha xurtir bûye. Ti kes nikare siyaseta demokratîk tasfiye bike an jî pêşiyê lê bigire. Meşa me meşa aşitiyeke bi rûmet e, meşa me meşa edaletê ye, meşa me ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd e.”