PDK daxwaza hevkariya sêalî li dijî êrîşên mûşekî dike

Firaksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê: Kesên li pişt van êrîşan in, ji şaristanî û pêşketina aborî, çandî û medenî ya Herêma Kurdistanê aciz in

Navenda Nûçeyan (K24) – Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê radigihîne, mijara armanckirina Herêma Kurdistanê bi mûşekên Katyusha, pêwîstiya wê ya bilez bi hevahengiyeke kûr di navbera Bexda, Hewlêr û civaka navdewletî de heye.

Firaksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê îro di daxuyaniyekl de ragihand, “Di zincîreyeke tawankar a sîstematîk li dijî Herêma Kurdistanê de, grûpên gumanbar bi mûşekên Katyusha êrişî jêrxaneya Herêma Kurdistanê dikin, da ku tevliheviyê bikin û welat di nava alozî û nearamiyê de bihêlin. Ji ber ku komên wiha ji serweriya yasayê ditirsin û di nava alozî û qeyranan de dijîn.”

Firaksiyona PDK dibêje: “Bêguman ew kesên li pişt van kiryarên tirsonek in, nikarin xizmetguzariyê pêşkêşî xelkê Iraqê bikin, ji ber vê yekê jî ew ji şaristanî û pêşketina aborî, çandî û medenî ya ku Herêma Kurdistana Iraqê tê de ye ya ku di encama siyaseta aqilane ya serkirdayetiya wê de hatiye aciz in.”

Tekez kir jî: “Armanckirina Herêma Kurdistanê bi mûşekên Katyusha, pêwîstiya wê bi hevahengiyeke kûr di navbera Bexda, Hewlêr û civaka navdewletî de heye. Ji ber ku her kesên li pişt van kiryarên tawankar ne, dixwazin peyaman bigihînin kompanyayên sermayeguzariyên navdewletî ku Iraq jîngehek e veberhênan lê nabin.”

Firaksiyona PDKê destnîşan dike: “Divê çareyên rîşeyî bên dîtin ji bo valahiya di navbera hêzên ewlekariya Iraqê û hêzên Pêşmerge de li seranserê sînorên di navbera Herêmê û parêzgehên Iraqê de heye, bê dagirtin, bi taybetî jî li herêmên ku di van demên dawîn de li dijî herêmê û binesaziya wê êrîş hatibûn kirin, ji bo rê li pêş van êrîşan were girtin û aliyên li pişt wan jî werin desteserkirin.”