Li Urdinê di encama teqîna tankereke gaza jehrî de 10 kesan canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Urdinê îro belav kir, ji ber teqîna tankereke gaza jehrî li bendera Eqebeyê, 10 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetir ji 250 kesî birîndar bûn.

Medya Urdinê îro Çareşemê li ser zarê Berdevkê Rêveberiya Ewlekariya Giştî ragihand, li bendera Eqebeyê dema tankereke gaza jehrî ji keştiyekê dihat daxistin, tanker ket û teqiya.

Da zanîn jî, di encama wê bûyerê de herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest dan û 251 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Rêveberiyê Ewlekariyê Amêr El-Sertawî da zanîn, tîmên pispor hîna mijûlî bûyera ketina tankerê ne.

Televîzyona Urdunê ragihand, cihê ku gaza jehrî jê derketiye dûrî navçeyên niştecihbûnê ye.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Urdunê diyar kir ku herêm bi temamî hatiye dorpêçkirin û pisporan jî dest bi kontrolkirina rewşê kirine.

Çavkaniyên Urdunî diyar kirin ku madeya ku derketiye gaza kilor a şil e ku gazeke giran û jehrî ye.

Eqabe tekane bendera deryayî ya Urdinê ye û piraniya hinardekirin û hawerdekirina Urdinê tê re derbas dibe û ew yek ji benderên sereke yên deryaya Sor e.