Lûtkeya NATO “tevlîbûna Swêd û Finlanda” û “şerê li Ukraynayê” gotûbêj dike

44 serok, serokwezîr, wezîrên derve û wezîrên berevaniyê yên andamên NATOyê di vê lûtkeyê de beşdar dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Madrîd Paytexta Îspanyayê îro 32emîn civînên Lûtkeya NATO birêve diçe, girîngtirîn pirsa civînan jî, endametîbûna Swêd û Finlandayê di NATOyê de ye.

Peyamnêra K24ê Aware Hewramî li Madrîdê got, Îspanyayê 10 hezar kes ji hêzên çekdar ji bo parastina lûtkeya NATOyê xistine rewşa amadehiyê, 8 rêyên sereke yên Madrîdê girtine.

Got jî: “Lûtkeya 32emîn a NATOyê wek yek ji civînên her girîng ên di dîroka NATOyê de tê binavkirin. Yek ji mijarên sereke yên lûtkeyê jî, endametîbûna Swêd û Finlandayê di nava NATOyê de ye.”

Peyamnêra me destnîşan kir: “Mijara din a sereke ya Lûtkeya NATOyê, operasyona leşkerî ya Rûsya li Ukraynayê ye û Serokê Ukrayna Volodimir Zelensky ji bi civînê hatiye vexwandin û dibe ku bi awayê “online” beşdarî civînê bibe.”

Amaje bi wê da, 44 serok, serokwezîr û wezîrên derve û wezîrên berevaniyê yên andamên NATOyê di vê lûtkeyê de beşdar dibin.

Diyar kir jî, birêveçûna Lûtkeya NATO li Madrîdê, pirsgirêkeke mezin xistiya navbera partiyên Îspanyayê û hejmarek mezin ji xelkê li dijî lûtkeyê dest bi xwepêşandan kirin. Xwepêşanderan dibêjin ku zêdebûna lêçûnên parastinê yên li Ewropayê ku ji aliyê NATO ve tê xwestin, metirsiyê li ser aştiyê dirust dike.

Lûtkeya NATO li Madrîdê ji îro 28ê Hezîrana 2022an ve dest pê dike û heta 30î vê mehê berdewam dibe.