Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyameke hevxemiyê ji Şah Ebdullahê Duyem re şand

Li bendera Eqabê ya Urdinê di encama teqîna tankereke gaza klorê, 13 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetir ji 260 kesî birîndar bûbûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 28ê Hezîrana 2022an peyameke sersaxî û hevxemiyê ji Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem re şand, bo bûyera benderê Eqebe ku bû sedema canjidestdan û birîndarbûna bi dehan kesan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de sersaxî li malbat û kesûkarên qurbaniyên wê bûyerê û gelê Urdinê kir û hêviya başbûna zû jî ji bo birîndaran xwast.

Li hemberê jî Şah Ebdullahê Duyem spasî û pêzanîna xwe û gelê Urdinê bo sersaxî û hevxemiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nîşan da.

Duhî tankereke gaza klorê ya şil ku gazeke giran û jehrî ye, li bendera Eqebeyê teqiya û di encamê de 13 kesan canê xwe ji dest dan û dora 260 kesî jî birîndar bûn.