Li Stenbolê gotûbêjek li ser pirtûka Mîrnameya Hekariyan hat kirin

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Stenbolê ji bo pirtûka bi navê Mîrnameya Hekariyan ku 380 sal berê ji aliyê Temerxanê Yazicî ve bi Farisî hatiye nivısîn û tê de behsa dewletên Kurdan yê wê demê tê kirin, gotûbêjek bi rêve çû. Nivîskar û lêkolîner Xalid Sadinîyê ku ev pirtûk bo Kurdî wergerandiye di gotûbêjê de hem pirtûka xwe imze kir hem jî derbarê naveroka pirtûkê de ligel guhdaran ev gotûbêj bir serî.

Nivîskar û lêkolîner Xalid Sadinî pirtûka bi navê Mîrnameya Hekariyan ku 380 sal berê ji aliyê Temerxanê Yazicî ve hatiye nivîsîn ji zimanê Farisî wergeran de Kurdî. Di pirtûkê de digel danasîna çand û kelepûra beg û Mîrên Kurdan, bi berfirehî behsa gelek bûyerên di dîrokê de jî tê kirin. Yek ji wan jî awayê dewletbûna Kurdan e. Li gorî nivîskar û lêkolîner Xalid Sadinî, çawa îro dewletên wek Moldovya, Slovenya, Makedonya û heta bi Hollandê hebin, wê demê jî 5 Mîrektiyên Kurdan wek dewlet hebûne û bi Osmanî û Sefewîyan re jî li ser wê esasê yanî rêgezên dewletekê danûstandin pêk anîne.

Nivîskar û lêkolîner Xalid Sadinî ji K24ê re got: “Temerxanê Yazicî dema behsa malbata Mîrên Hekariyan dike ne behsa xanedaneke basît dike; behsa mala xanedana dewletekê dike. Wexta ku padîşahiya Osmaniyan yek dewlet bû, Kurdan 5 dewlet hebû. Hekarî dewletek bû, Cizîrê dewletek bû, Bidlîsê dewletek bû, Bazîdê dewletek bû, Soran dewletek bû.”

Nivîskarên Kurd li ser pirtûka 380 salî Mîrnameya Hekariyan dibêjin; ev pirtûk pêywendiya dewletên Kurdan yên wê demê û pêywendiya Mîrên Hekariyan ya bi Faris û welatên din re tevlî hûrgiliyên ku raberî xwendevanan dike hêjayî xwendinê ye.

Lêkolîner Ehmed Berojî dibêje: “Bi rastî ev gelek girîng e ku piştî ev qas salan Mamoste Xalid ev peyda kiriye û bo me derêxistiye. Ji Farisî wergerandiye. Ji xwe wî jî amaje pê da ku piştî nameya Şerefxanê Bidlîsî ew Mîrname hem wekî edebî hem wekî dîrokî gelekî grîng e û behsa wê serdema xwe dike.”

Nîvîskar û Lêkolîner Xalid Sadinî 9 salan kar dike li ser vê pirtûkê û ji Farisî werdigerîne Kurdî. Cîlda duyem jî di çapê de ye û cîlda sêyem jî di nêzîk de wek tehqîqata pirtûkê û dîroka di navê de wê bê çapkirin. 

Helbestvan û rewşenbîrên Kurd jî diyar dikin; her pirtûkeke dîrokî ku tê çapkirin karîgeriyeke zêde li ser civaka Kurd ya bindest dike. Loma divê bêhtir lêkolîn bêne kirin li ser bingeha dîroka Kurdan.