Tirkiyê rizamendî li ser endambûna Swêd û Fînlandayê li NATO nîşan da

Li gor daxuyaniyeke Serokatiya Fînlandayê, di navbera her sê welatên Tirkiye, Swêd û Fînlandayê de memorandûm hat îmzekirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Fînlandayê ragihand, di navbera her sê welatên Tirkiye, Swêd û Fînlandayê de memorandûm hat îmzekirin.

Li gor rêkeftinê, Tirkiyê li ser endambûna welatên Swêd û Fînlandayê li NATO, rizamendî nîşan daye.

Rêkeftin ji aliyê Wezîrên Derve yên Tirkiye, Swêd û Fînlandayê ve, di destpêka lûtkeya NATO ya li Madridê de hatiye îmzekirin.

Serokê Fînlandayê Sauli Niinisto ragihand: “Di çarçoveya lûtkeyê de di nava vê hefteyê de Tirkiye dê piştevaniya daxwaza Swêd û Fînlandayê bike ji bo endambûna li NATOyê.”

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg jî ragihand, roja çarşemê serkirdeyên NATO dê vexwendnameyek ji bo endambûnê ji Swêd û Fînlandayê re bişîne.

Jens Stoltenberg diyar kir: “Ez kêfxweş im ku ragihînim, niha rêkeftineke me heye ku rê li ber endambûna Swêd û Fînlandayê bo endanbûna li NATO vedike. Tirkiye, Swêd û Fînladayê rêkeftinek îmze kirin, ku bersiva metirsiyên Tirkiyê yên li ser hinardeya çek û rûbirûbûna terorê dide.”

Li gor medyaya cîhanê, li hember razîbûna Tirkiyê ji bo endambûna wan herdu welatan li NATOyê, Swêd jî ji daxwaza Enqerê razî bûye ku ew kesên Tirkiyê ji Swêdê xwestibû û navên wan di lîsteya rêxistinên qedexe yên Tirkiyê de ne, radest bike.

Jêder: AFP