Festîvala Şanoya li ser Kolanan a Naleşikêne li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê wek cara yekem “Festîvala Şanoya Li Ser Kolanan a Naleşikêne” dest pê kir û 3 rojan berdewam dibe.

Naleşikêne çiyayekî nêzîkî Bokanê ye û gora hunermend Hesen Zîrek lê ye.

Di festîvalê de, 12 şano ji bajarên parêzgeha Urmiyê beşdar in û biryar e di nava 3 rojan de li nava bajarê Bokanê û 8 gundên mezin ê wî bajarî bêne pêşkêşkirin. 

Festîvala Şanoya Li Ser Kolanan a Naleşikêne, yekem festîvala şanoya li kolanan a li bajarê Bokanê ye. Biryar bû destpêkirina festîvalê bi boneya 50 saliya koça dawî ya hunermend Hesen Zîrek û li ser gora wî hunermendî bihata kirin, lê ji ber sedemekê ku nehatiye ragihandin, merasîma vekirinê ji bo parka Milet a Bokanê hat veguhastin.

Ev festival li ser asta parêzgeha Urmiyê birêve diçe. Komîta Amadekar a festîvalê dibêjin, ew hewl didin di salên bê de tîmên şanoyê yên ji parêzgehên din ên Rojhilatê Kurdistanê, Îran û parçeyên din ên Kurdistanê jî werbigirin.