Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Federal erkê xwe cibicî nekiriye

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Dagirtina valahiyên ewlehiyê, gelekî hevkar dibe ji bo aliyên deryasayî û teroristî nikaribin carke din êrîşî ser Herêma Kurdistanê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ew bi Hikûmeta Federal re kar li ser dagirtina wê valahiya ewlehiyê ya heye dikin û kar temam bûne, lê belê heta niha Wezareta Darayî ya Federalî fînansa wê projeyê terxan nekiriye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 29ê Hezîrana 2022an serdana Pêşangeha Teknolojî ya HITEX li Hewlêrê kir û li wir ji rojnamevanan re got: “Dilxweş im ku îro serdana vê pêşangehê dikim. Dîtina vê pêşangehê û van ciwanan, cihê dilxweşiyê û hêviyeke mezin a gelê me ye. Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştevaniyê li wan dikin û gelek bernameyên me ji bo hevkariya zêdetir li ciwanan û peydakirina derfetên kar ji wan re heye.”

HITEX pêşangeheke salane ya teknolojiya agahî û elektronîk e, mezintirîn pêşangeha teknlojî li Iraqê ye û bo cara sêyem li Hewlêrê li tê vekirin. Di pêşangehê de 15o kompanya ji 30 welatan beşdar in. Pêşangeh roja 27ê Hezîranê vebû û heta 30î Hezîranê berdewam dibe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê êrîşên li ser kêlgehên petrolê de got: “Me bi Serokwezîrê Iraqê û aliyên pêwendîdar re guftûg kirine ku ji aliyekî kesên deryasayî ve ev êrîş tên kirin û Hikûmeta Iraqê jî li wê yekê mikur hatiye ku yên van karan dikin naskirî ne. Em hewl didin bi hev re hevakar bin ji bo dawî li van êrîşan bê.”

Destnîşan kir jî: “Em bi Hikûmeta Iraqê re li ser xetê ne, ji bo ew valahiya ewlehiyê ya heye, bê dagirtin. Ew lîwayên hevbeş yên biryara pêkanîna wan hatiye dayîn, karên pêkanîna wan temam bûye, lê belê karê ku ser milê Hikûmeta Federalî ye, cibicî nekiriye û Wezareta Darayî fînansa wê projeyê nekiriye.”

Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê ku dagirtina wan valahiyên ewlehiyê, gelekî hevkar dibe ji bo aliyên deryasayî û teroristî nikaribin carke din êrîşî ser Herêma Kurdistanê bikin.