Encûmena Wezîran êrîşa li ser gel û jêrxaneya Kurdistanê gotûbêj dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Mesrûr Barzanî dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Mesrûr Barzanî dicive û yek ji mijarên sereke yên civînê, êrîşên grûpên çekaran li ser gel û jêrxaneya Kurdistanê ye.

Fermangeha Medya û Zanyariyan belav kir, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 29ê Hezîrana 2022an bi serokata Serokwezîr Mesrûr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive û di civînê de, gotûbêj dê li ser êrîşên li ser xelk û jêrxana Kurdistanê yên di mehên derbasbûyî de, girîngiya pêkanîna hêzeke hevbeş ji hêzên Pêşmerge û hêzên ewlekarî yên Iraqê bo dagirtina valahiya ewlekarî û tedbîrên her du wezaretan, Wezareta Pêşmerge û Wezareta Navxwe ya ji bo parastina jêrxaneya giştî û navendên petrol û gaze, werin kirin.

Her wiha di civînê de babeta xistina zextên berdewam yên Hikûmeta Federal li ser sermayedarên petrol û gazê li Herêma Kurdistanê, ji bo rêgirtin li pêşketina çavkaniyên petrol û gazê li Herêma Kurdistanê, ku ev yek binpêkirina eşkere ji desthilatên destûrî yên Herêma Kurdistanê re ye, dê were gotûbêjkirin.

Di beşeke din a civînê de jî dê babeta projebudceya sala 2022an bê pêşkêşkirin.