Raport: Rêjîm para Qamişlo û Hesekê ji alîkariyên navdewletî desteser dike

Rêxistina Sûriyên ji bo Rastî û Dadweriyê: Divê deriyê sînorî yê Til Koçerê bê vekirin û alîkariyên navdewetî di wî derî re derbasî herêmê bibin
Kampeke Rojavayê Kurdistanê
Kampeke Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistineke mafên mirovan diyar dike, rêjîma Sûriyê dest datîne ser alîkariyên mirovî yên ji aliyê Netewên Yekgirtî ve ji bo Rojavayê Kurdistanê tên şandin.

Rêxistina Sûriyên ji bo Rastî û Dadweriyê di raportekê de belav kir, “Alîkariyên ku Netewên Yekgirtî ji bo Heseke û Qamişlo dişîne, nagihin xelk û koçberên wê herêmê, ji ber ku rêjîma Sûriyê destê xwe datîne ser wan alîkariyan û li ser hêz û alîgirên xwe belav dike.”

Li gor wê rêxistinê, “Netewên Yekgirtî bi riya rêxistinên mirovî yên bi rêjîma Sûriyê ve girêdayî ne, wan alîkariyan vediguhêze, ji ber wê jî ev alîkarî ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve têne desteserkirin.”

Destnîşan kir jî, alîkariyên Netewên Yekgirtî bi riya Firokxaneya Qamişlo digihin herêmê û ew firokxane jî di destê hêzên rêjîma Sûriyê de ye. Ji berê jî divê deriyê sînorî yê Til Koçerê bê vekirin û alîkariyên navdewetî di wî derî re derbasî herêmê bibin.

Her wiha destnîşan kir jî, rêjîma Sûriyê alîkariyên Netewên Yekgirtî ji madeyên xwarinê û vaksînên li dijî vîrûsa Korona, wek karteke fişara siyasî li dijî rêveberiya herêmê bi kar tîne.

Li gorî zanyariyên wê rêxistinê, ji bo 2021ê 85 hezar selikên xwarinê û ji bo sala 2022an jî 85 hezar selikên xwarinê gihîştin destê rêxistina Heyva Sor a Sûriyê, lê belê di sala 2021ê de tenê 44 hezar selik û di sala 2022an de jî 29 hezar selik li malbatên hejar û koçberan hatine belavkirin.

Li gor zanyariyên ku ji aliyê wê rêxistinê jî, Fermandariya Milîsên Berevaniya Niştimanî li parêzgeha Hesekê zêdetirî % 40 ji tevahiya alîkariyan ji bo xwe dibe û li bazara reş difroşe û dahata firotinê jî wek mûçe dide xwebexşên ku wê bi wê re kar dikin.

Bi giştî hejmara selikên ku mehane li saziyên ewlehiyê yên bajarê Hesekê tên belavkirin nêzî 500 selikan e.

Rêjeya dabeşkirina alîkariyan li ser malbatan ji tevaya alîkariyên ku digihêjin parêzgehê ji % 25 e, ew jî her sê mehan carekê ye, bi rêjeya % 75 li gundan û % 25 li bajarê Hesekê.