Li Meletiyê erdhej rûda

Li navçeya Hekîmxan a ser bi parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.5 erdhej qewimî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Hekîmxan a ser bi parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.5 erdhej qewimî.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Hekîmxan a ser bi parêzgeha Meletî bi hêza 4.5 erdhej rûda.

Hat eşkerekirin ku erdhej di demjimêr 22:04an de û 15,05 kîlometre di bin erdê de qewimiye.

Parêzgarê Meletiyê Hulusi Şahin jî eşkere kir ku heta niha ti agahiyeke neyênî negihiştiye wan.