Mesrûr Barzanî: Pêwîst e Hikûmeta wek qewareyeke federal riftarê ligel Herêma Kurdistanê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30î Hezîrana 2022an, pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson-Richardson kir.

Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê David Hunt amade bû, dawî guhartin û pêşhatên Iraqê û xurtkirin pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hatin gotûbêjkirin.

Her du alî hevnêrîn bûn li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de kirin, bi taybet pirsa petrol û gazê li ser binemaya destûrê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê pabendiyên xwe di çarçoveya destûrê de cibicî kirine û pêwîst e Hikûmeta Federal jî rêz li mafên destûrî yên Herêmê bigire û wek qewareyeke federal riftarê ligel Herêma Kurdistanê bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li wê jî kir ku Herêma Kurdistanê her dem amade ye ji bo guftûgo û gihîştina rêkeftinekê ku mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê tê de parastî bin û di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de be.