Li Diyarbekirê gotûbêj û îmzeya pirtûka Çengek Ax hat kirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê li ser pirtûka nû ya lêkolîner, derhêner û nivîskarê Kurd Keremo ya bi navê ‘Çengek Ax’ gotebêjek hat lidarxistin û pirtûk ji bo xwîneran hat destnîvanasandin.

Bi hevkariya Desteya Çandî û Zimanê Kurdî ya Baroya Diyarbekirê, gotebêj û roja îmzeyê ya “Çengek Ax”ê ku pirtûka nû ya Kerem Tekoglû (Keremo) ye di 28’ê Hezîranê de hat lidar xistin.

Di gotebêjê de Keremo, ragihand ku pirtûk a çengek ax di encama lêkolîn û xebatên dora 10 salan de nivîsandiye û bal kişand li ser girîngiya pêwendiyê  mirov, civak û netewayan a  bi axê re.

Lêkolîner û nivîskar Kerem Tekoglû ji K24ê re got: “Derd û kulê me ew ax e ku ji hezaran salan vir ve bi hezaran keç û xortên Kurdan li ser wê êş û azar kişendine û niha di bin wê axê de ne. Çengek Ax tiştekî bi wî rengî ye. Di naveroka wê de jî apê min ê ku winda bûye, ez diçim li ser gora wî ya li rojhilatê welêt û çengek ax tînim li Farqînê, bi ser gora kalikê xwe yanî birayê wî ve dikim.Jê rê dbêjim min çengek ax a ji gora birayê te bo te anî.”

Di gotebêjê de weşanger û nivîskarê Kurd Azad Zal jî ragihand ku pirtûka Keremo her çiqas behsa çîrokekê bike jî, wek romaneke Kurdî li çanda Kurdî zêde bûye.

Endamê Desteya Zimanê Kurdî yê Baroya Diyarbekirê, Hiqûqnas Eyup Aydenîz jî da zanîn ku ew wek Baroya Diyarbekirê, hewla ku li zimanê civaka xwe jî xwedî derbikevin didin û bi kêfxweşî mazûvaniya xebatên wiha dikin.

Eyup Aydenîz dibêje: “Ahmedê Xanê di Nûbihara Biçûkan de dinivîse û dibêje: ‘vê qêxizê Ahmedê Xanê, navê nûbihara biçûkan lê danî. Ne ji bo sahib û rewaca, belkî ji bo biçûkên Kurmanca. Mebesta Ahmetê Xanê mebesta me ye. Mebesta me jî ew e ku em nehêlim zimanê me dakeve nav dest û piyan û vî zimanê xweş, kûr, dûr û birûmet lis er piyan bihêlin. Em bikarin bigihînin nivşêm me yên ku ji paş ve tên.”

Piştî gotebêjê û pirs û bersîvan, pirtûka Keremo ya Çengek Ax ji bo xwîneran hat îmze kirin.