Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê li Rojavayê Kurdistanê kir

Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirkiyê gereke çavdêriyê ya hevbeş li Rojavayê Kurdistanê kirin.

Jêderekî xwecihî ji K24ê re got, 4 zirîpoşên Polîsa Leşkerî ya Rûsya û 4 zirîpoşên Tirkiyê gereke çavdêriyê li rojavayê bajarokê Dirbêsiyê kirin.

Amaje bi wê da, 2 helîkopterên Rûsyayê jî ji asman ve çavdêrî dikirin.

Diyar kir jî, gera çavdêriyê ji gundê Şêrk ê rojavayê Dirbêsiyê dest pê kir û di hejmarek gundên li ser sînor re derbas bû.

Gerên çavdêriyê yên hevbeş ên Rûsî – Tirkî li Rojavayê Kurdistanê li gor rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ya roja 22 Cotmeha 2019an li bajarê Soçî yê Rûsî, tên kirin.