Pûçkirina PKKê di nava rêkeftina Tirkiye, Fînlanda û Swêdê de

Her sê welatan, Tirkiye, Fînlanda û Swêd ji bo berdewamiya piştevaniya li dijî her gefeke li ser ewlekariya hevdu, peymanek îmze kirin.

Minnesota (K24) – Roja 28ê Hezîrana 2022an, di roja yekem a Lûtkeya NATOyê li Madîrdê paytexta Îspanyayê de, civîneke girîng hate kirin û her sê welatan, Tirkiye, Fînlanda û Swêd ji bo berdewamiya piştevaniya li dijî her gefeke li ser ewlekariya hevdu, peymanek îmze kirin.

Pûçkirina çalakiyên PKKê û radestkirina kesên ku Tirkiye wan bi terorist bi nav dike û daxwaza wan ji Swêd û Fînlandayê dike, xaleke sereke ya naveroka peymanê bû. Deqa peymanê wek xwe belav dikin ku her yek ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Derve yê Fînlandayê Pekka Olavi Haavisto û Wezîra Derve ya Swêdê Anne Linde li ser îmze kirin.

PEYMANA SÊALÎ

1- Îro nûnerên Tirkiye, Fînlanda û Swêdê di bin çavdêriya Sekreterê Giştî yê NATOyê de peymanek îmze kirin.

2- Hevpeymaniya NATO, hevpeymaniyeke li ser binemaya berevaniya bikomî û rêgirî li dabeşbûna asayişê derbarê bihayên hevbeş hatiya avakirin. Tirkiye, Fînlanda û Swêd pabendbûna xwe li ser wan xalên ku di Peymana Washingtonê de hatine dubare dikin

3- Yek ji xalên sereke yên Hevpeymaniya NATOyê ji hevkarî û hevahengiya neguhêr li hember rûbirûbûna tororê bi hemû awayan ku bibe sedema gefeke rasterast li ser asayişa netewî ya Hevpeymaniyê û her wiha aştî û asayişa navdewletî, pêk tê.

4– Weke Hevpeymaniya nû ya NATO, Fînlanda û Swêd piştevaniya xwe ya berfireh ji bo Tirkiyê didomîne li dijî gefên ser asayişa netewî ya Tirkiyê, ji bo vê mebestê soz dan ku ti alîkariyeke PYD û YPG û rêxistina FETO nakin ku di çarçoveya Tirkiyê de weke terorîst hatine nasîn. Herwiha Tirkiye piştevaniya berfireh a Swêd û Fînlandayê dike li dijî her gefekê bo ser asayişa netewî ya wan du welatan, Swêd û Fînlanda terorîzmê bi hemû awayî bi zimanê herî tund red dikin û şermezar dikin. Fînlanda û Swêd bêyî dudilî hemû wan rêxistinên terorîst şermezar dikin ku gef in li ser Tirkiyê, hevsoziya xwe ya kûr ligel Tirkiyê û malbatên qurbaniyan nîşan didin.

5- Fînlanda û Swêd tekez dikin ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) rêxistina qedexekirî ye, Swêd û Fînlanda pabend in bi rêgirtina li hemû çalakiyên PKKê û hemû rêxistinên din ên terorîst, tevî çalakiya wan kesan ku pêwendiyên wan bi rêxistinên terorîstî heye. Swêd û Fînlanda û Tirkiye li hev kirin li ser siftkirina hevkariya ji bo rêgirtina li grûpên terorîst, Swêd û Fînlanda hemû armancên wan rêxistinên terorîst red dikin.

6- Tevî van, Fînlanda hejmarek sererastkirinên nû di yasaya sizadanê de kirine li ser tawanan ku çend kirdeyên nû weke tawana terorîstî ya cezakirî nîşan dide. Sererastkirina herî dawî jî ji 1ê Çileya 2022yan ve ketiye warê cîbicîkirin ku bi wê rêgirî li asta beşdarîkirina çalakiyên grûpên terorîstan berfirehtir dike. Di heman demê de handana giştî ya girêdayî tawanên terorê weke tawaneke cuda tê nasîn.

7- Tirkiye û Fînlanda û Swêdê tekezî li ser wê yekê kirin ku ji niha ve ti dorpêçeke niştimanî li ser hinardekirina çek di navbera wan de nema, Swêd di proseya guhertina xwe de ye di çarçoveya niştimanî bo hinardekirina çekan de ligel hevpeymanên xwe yên NATOyê. Di siberojê de rêkarên hinardekirina sîstema berevanî li Swêd û Fînlandayê ku bi hevkariyên NATO yên li gor naveroja maddeya 3 ya li Hevpeymaniya NATO bigunce.

8- Îro, Swêd, Fînlanda û Tirkiye bi van pêngavên jêrê pabend in:

*Dirustkirina mekanîzmayeke hevbeş ji bo gotûbêja pêkve û rêkxistî li ser hemû astên hikûmetê, di nav wan de cîbicîkirina yasa û dezgehên îstixbaratê ji bo bilindkirina asta rûbirûbûna teror û tawana rêkxistî.

*Swêd û Fînlanda bi îrade û çareserî û şêwazek rûbirûyî terorê dibin ku pabend bin bi birge û belgename û siyaseta NATO û pêkanîna rêkarên pêwîst ji bo tundkirina zêdetir a yasa û rêsayên navxwe ji bo cîbicîkirina vê mebestê.

*Swêd û Fînlanda çareseriya bilez dike li ser daxwazên radestkirina tawanbaran û ewên ku bi terorê ve têkel in ji aliyê Tirkiyê ve bi liberçavgirtina wan zanyarî û belgenameyên îstixbaratê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine pêşkêşkirin, herwiha dirustkirina çarçoveyeke yasayî ya dualî ya pêwîst ji bo hêsankariya radestkirina wan tawanbaran û hevkariya ewlehiyê ligel Tirkiyê, li gor rêkeftina Ewropî ya radestkirinê ku ligel radestkirina tawanbaran digunce.

*Fînlanda û Swêd lêkolîn û lipeyçûnê dike ji bi her piştevaniyeke darayî û damezrandina endaman bo PKKê û hemû rêxistinên din ên terorîst û berdewamên wan.

*Tirkiye û Fînlanda û Swêd pabend in bi rûbirûbûna zanyariyên nerast û rêgirtina li xirab bikaranîna yasaya çalakiyên navxwe ku sûda wan hebe ji bo pêşveçûna rêxistinên terorîstî, ji wan çalakiyên ku handerên tundiyê ne li dijî Tirkiyê.

*Fînlanda û Swêd diyar dikin ku di çarçoveya saziyên xwe yên taybet ên niştimanî de kar dikin ji hinardekirina çekan bi rêya pabendbûna nû ve, hevpeymanan çalak dikin û rengdana pêgeha xwe dibe weke endama NATOyê.

*Fînlanda û Swêd pabend in bi piştevanîkirina beşdariya temam a Tirkiyê û hevpeymanên din ên Ewropayê di destpêşxeriyên niha û bê yên siyaseta asayiş û berevaniya Yekîtiya Ewropayê de, ji wan beşdarbûna Tirkiyê di projeya PESCO ya li ser tevgera serbazî.

*PESCO tê wateya hevkariya straktor a herdemî ku hejmarek welatan li xwe digre li Ewropayê, di warê berevanî, siyaset û asayişê de di 11ê Çileya 2017an de hatiye damezrandin, çarçoveyeke yasayî pêşkêş dike ji bo plandanîn û veberhênana hevbeş li projeyên şiyana hevbeş û bilindkirina amadehiya operasyon û beşdariya hêza serbazî.

9- Ji bo cîbicîkirina van pêngavan, Tirkiye, Fînlanda û Swêd bi beşdarîkirina pisporên wezaretên derve, navxwe, dad, dezgehên îstixbaratê û saziyên ewlehiyê mekanîzmayeke hevbeş a herdemî (PJM) dadimezrînin û dê vekirî be, da ku kesên din jî beşdar bibin.

10- Tirkiye piştevaniya xwe ya demdirêj dûpat dike ji bo siyaseta deriyê vekirî yê NATO û razî ye li ser vexwendina Swêd û Fînlandayê ji bo Lûtkeya Madridê ya 2022yan ji bo pêwendîkirina wan a bi NATOyê re.

Mevlut Çavuşoglu

Wezîrê Derve yê Komara Tirkiyê

 

Pekka Haavisto

Wezîrê Derve yê Komara Fînlandayê

 

Ann Linde

Wezîra Derve ya Şanişîna Swêdê