Serokwezîr serperiştiya yekem civîna Encûmena Herêmê bo Karûbarên Petrol û Gazê kir

"Li ser dahat û xerciyên petrolê bo şeş mehên yekem ên sala 2022yan gotûbêj hat kirin."

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serperiştiya civîna Encûmena Herêmê bo Karûbarên Petrol û Gazê kir, ku piştî sererastkirina yasaya petrol û gazê, yekem civîna encûmenê ye.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî amade bû, li ser dahat û xerciyên petrolê bo şeş mehên yekem ên sala 2022yan gotûbêj hat kirin.

Di beşa yekem a civînê de dahata giştî ya hatiye bidestxistin di hinardekirin û firotina petrolê de hat pêşkêşkirin.

Piştre çawaniya xerckirina dahata ku di vê demê de hatiye bidestxistin, hat pêşkêşkirin, ku ji bo dabînkirina mûçeyên şeş mehên yekem ên îsal hatine xerckirin.

Hat destnîşankirin ku Hikûmeta Herêmê ji dahata petrolê, pereyê pêwîst ji bo dabînkirina mûçeyên temamê şeş mehên sala 2022yan dabîn kirine, di demekê de ku diviyabû Hikûmeta Federal ji bo şeş mehên sala 2022yan trilyonek û dused milyar bişîne, lê belê tenê du meh pere şandiye, ku tenê 400 milyar Dînar e. Lê belê Hikûmeta Herêmê mûçeyên hemû mehan ji dahatên petrol û naxweya Herêmê dabîn kiriye û her meh mûçe dane.

Piştre xerciyên din ên hikûmetê hatin gotûbêjkirin, ji bilî xerciyên mûçeyan ku ji dahata petrolê hatine dabînkirin di şeş mehên yekem ên sala 2022yan de, biryar bû ku hefteya bê, raporta hûrgilî ya Deloitte li ser van amar û zanyarî û hejmaran ji bo raya giştî were eşkerekirin.

Beşa duyem a civînê, pêşkêşkirina geşedanên herî dawî yên pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê bû li ser nakokiya petrol û gaz û amadekariyên yasayî yên Hikûmeta Herêmê li gor destûrê ji bo rûbirûbûna zextên hikûmeta federal û Wezareta Petrolê ya Iraqê, civînê tekezî li ser çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê kiriye û car din aniye ziman ku şanda danûstankar a Herêmê amade ye serdana Bexdayê bike ji bo gotûbêjên li ser kêşeyan.