Putin: Ukraynayê li benderan mayîn vedane

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand, ji bo ku bazara xurekê tûşî rewşeke karesatbar nebe, divê rêkarên pêwîst werin pêkanîn.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand, ji bo ku bazara xurekê tûşî rewşeke karesatbar nebe, divê rêkarên pêwîst werin pêkanîn.

Vladimir Putin li Moskowê di hevdîtina ligel Serokê Endoneyayê Joko Widodo de behsa qeyrana cîhanê ya xurekê kir û got, Amerîkayê bi Dolar berhemên xurek kirriye, loma bihayê van berheman zêde bûye.

Putin diyar kir: “Ji bo ku bazara xurekê tûşî rewşeke karesatbar nebe, divê rêkarên pêwîst werin pêkanîn.”

Serokê Rûsyayê destnîşan dike, îdareya Ukraynayê li benderan mayîn vedane û dibêje: “Kes rêgirî li paqijkirina wan mayînan û derbaskirina genim ji wê deverê nake, em garantiya wê yekê didin ku em ê asayîşa wan biparêzin.”

Vladimir Putin dibêje ku Ukrayna dikare bi rêya Romanya, Polanda û Belarusê genim derbas bike û li ser vê mijarê ew ligel nûnerên Neteweyên Yekbûyî di pêwendiyê de ne.

Putin bal kişand ser wê yekê ku 800 milyon ton genim li cîhanê tê berhemanîn û got: “Rûsyayê par 40 milyon ton dabîn kir, îsal jî amade ye 50 milyon ton genim ji bo cîhanê dabîn bike.”