ENKS: PYD çarenivîsa Hemîd Îdê eşkere nake

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) îro 1ê Tîrmeha 2022yan, daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir û banga serbestberdana Hemîd Îdê û hemû girtî û revandiyan kir.
Endamê Partiya Yekîtiya Kurdistanî -Sûriya Hemîd Merwan Îdê, di 12ê Hezîranê de li Amûdê hat revandin
Endamê Partiya Yekîtiya Kurdistanî -Sûriya Hemîd Merwan Îdê, di 12ê Hezîranê de li Amûdê hat revandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) îro 1ê Tîrmeha 2022yan, daxuyaniyek belav kir û banga serbestberdana Hemîd Îdê û hemû girtî û revandiyan kir û got ku PYDê li ser nediyarkirina çarenivîsa Hemîd Îdê rijd e.

ENKSê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Hevdemê ku welatiyên Kurd di rewşeke aborî û ewlekarî ya xerab re derbas dibin, rêveberiya PYDê di astengkirina jiyanê, di rêya kiryarên tirsandin, ji revandin û geflêkirinê de, berdewam e, da ku welatî di rewşeke nearam û neseqamgîr de bijîn.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Di 12 meha Hezîrana borî de Endamê Partiya Yekîtiya Kurdistanî -Sûriya Hemîd Merwan Îdê, li bajarê Amûdê, rastî berdana guleyan û hewla kuştinê hat, piştre hat revandin û otomobîla wî hat desteserkirin, tevî bangên serbestberdanê hîn jî çarenivîsa wî ne diyar e, ku ev kiryar û binpêkirin jî di demekê de tên, ji ber siyaseta PYDê şêniyên deverê ji encama rewşa aborî ya têkçûyî, dinalin.”

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi tundî şermezar kir û banga diyarkirina çarenivîsa Hemîd Îdê û hemû girtiyan kir.

Herwiha di daxuyaniyê de ENKSê bang li aliyê Amerîkî kir ku erk û berpirsyariya xwe cîbicî bike û fişarekê li rêveberiya PYDê û HSDê bike, da ku dest ji van kiryaran berdin û êdî her kesekî ku ne hevnêrîn be bi PYDê, neyên girtin û revandin.