Wezîrê Darayî yê Tirkiyê li Diyarbekirê bi jinên karsaz re civiya

Nurettîn Nebatî daxuyand ku ew cudagirtinên erênî bo jinan dikin û bi vê mebestê jî gelek projeyên piştgiriyê amade kirine.
Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Nurettîn Nebatî
Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Nurettîn Nebatî

Diyarbekir (K24) - Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Nurettîn Nebatî, li Diyarbekirê serdanan dike. Nebatî, yekem serdana xwe, bi jinên ku li bajarên Bakurê Kurdistanê, karsazî û hilberînan dikin re pêk anî.

Nurettîn Nebatî di civînê de ragihand ku mebesta hikûmeta Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ew e ku beşdariya jinan a jiyana civakî û aborî zêdetir bikin û bi vê mebestê jî di karên nav malê de jî piştgiriyan didin jinan.

Wezîrê Darayî yê Tirkiyê Nurettîn Nebatî daxuyand ku ew cudagirtinên erênî bo jinan dikin û bi vê mebestê jî gelek projeyên piştgiriyê amade kirine û ewê wan projeyan zêde bikin û piştgiriyên xwe jî ji bo jinên dixwazin hilberînê bikin, bidomînin.