Balyozê Swêdê: Êrîşên li ser Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin

Balyozê Swêdê yê li Iraqê Jonas Loven êrîşên ser kêlgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê şermezar kir û ragihand, ew êrîş êrîşên terorîstî ne û bi ti awayî nayên qebûlkirin.

Hewlêr (K24) – Balyozê Swêdê yê li Iraqê Jonas Loven êrîşên ser kêlgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê şermezar kir û ragihand, ew êrîş êrîşên terorîstî ne û bi ti awayî nayên qebûlkirin.

Jonas Loven serdana devera Soran kir û di civîna çapemeniyê de ligel Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgur Şêx Necîb ji K24ê re ragihand: “Em piştevaniya asayîş û aramî û seqamgîriya Herêma Kurdistanê dikin û bi tundî wan êrîşên terorîstî şermezar dikin.”

Loven di axaftina xwe de eşkere kir: “Em ji êrîşên berdewam ên li ser jêrxana aboriya Herêma Kurdistanê nîgeran in.”

Herwiha diyar kir: “Ew êrîş ji aliyê terorîst û milîs û welatên cîran ve têne encamdan û bi ti awayî nayên qebûlkirin.”

Balyozê Swêdê yê li Iraqê destnîşan kir: “Ev êrîş zengilê agahdarkirinê ne, ji ber ku Herêma Kurdistanê û Iraq rewşeke nearam û neseqamgîr di xwe de dîtine.”

Ev gotinên Balyozê Swêdê di demekê de ne, ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hewldanên xwe di civaka navdewletî de zêde kirine, da ku rê li ber êrîşên mûşekî yên li ser saziyên niştimanî yên Herêma Kurdistanê were girtin.