Serok Barzanî ligel Fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Iraqê dicive

Serok Mesûd Barzanî li ser geşedanên herî dawî yên Iraqê ligel Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dicive.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî li ser geşedanên herî dawî yên Iraqê ligel Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dicive.

Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Biryar e îro beriya nîvro Serok Barzanî ligel Fraksiyona PDKê bicive.”

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, di civînê de li ser helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikûmetê, gotûbêj dê were kirin.

Civîna Serok Barzanî ligel Fraksiyona PDKê di demekê de ye ku rewşa siyasî ya Iraqê di rewşeke aloz re derbas dibe, bi taybetî piştî vekişîna kutleya Sedir ji proseya siyasî.

Piştî nêzîkî 8 mehan ji encamdana hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, ji ber nakokiyên aliyên siyasî, bi taybetî nakokiya li nav Şîeyan, hîn jî nekarîne kabîneya nû ya hikûmetê pêk bînin.