WHO li ser zêdebûna haletên Xuriya Meymûn hişyariyê dide

Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) hişyarî li ser belavbûna Xuriya Meymûn da û ragihand: “Di nava du hefteyan de sê qat zêde bûye.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) hişyarî li ser belavbûna Xuriya Meymûn da û ragihand: “Di nava du hefteyan de sê qat zêde bûye.”

Serokê Şaxa Ewropayê ya WHO Dr. Hans Kluge hişyariyê li ser zêdebûna haletên pêketina vîrusa Xuriya Meymûn dide û dibêje, ev nexweşî di nava du hefteyên borî de sê qat zêde bûye.

Hans Kluge destnîşan kiriye: “Her çiqas amar hîn negihiştine wê astê ku WHO rewşa awarte ji bo rûbirûbûna rewşê ragihîne, lê belê ev vîrus ku beriya niha li hinek welatên navçeyê nedihate nasîn, niha bi awayekî berçav zêde bûye û divê welatên Ewropayê rêkarên zêdetir bigrin ber xwe, da ku rê li ber zêdebûna nexweşiyê were girtin û ji bo vê yekê jî divê hevahengî hebe û pêngavên bileztir werin avêtin.”

Li gor amareke navenda Amerîkî ya ji bo kontrolkirina nexweşiyan, heta niha zêdetirî pênc hezar haletên pêketina Xuriya Meymûnê li 51 welatan hatine tomarkirin.