40 jinên hilberîn dikin li Diyarbekirê komxebatek li dar xistin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Jinên ku 40 kooperatîfên hevkariya hilberînê li bajêrên Bakur sazkirine û tê de kar dikin, bi mazûvaniya Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê DTSO’yê komxebatek lidar xistin. Di komxebatê de, xebatên ku jin bi rêya koperatîfan dikin, girîng hatin nirxandin û bal hat kişandin ku divê zêdetir piştgirî bên dayîn.

Jinên ku li bajêrên Bakur koperatîfan birêve dibin û hilberînê dikin, li Diyarbekirê civiyan û di komxebatê de, li ser ezmûnên xwe yên serkeftinê, astengiyên ku dijîn û diyarkirina nexşerêya xwe ya pêşerojê danûstendin kirin.

Cîgira Sekreterê Giştî ya Jûra Bazirganiya Diyarbekirê Meryem Ozdemirok bal kişand ku jin bi rêya koperatîfan, şiyanên xwe bo hilberînê bikar tînin û bi xebatên kolektîfî jî rolên girîng di aboriya civakê de dileyîzin.

Diyarbekirê Meryem Ozdemirok ji K24ê re got: “Nûnerên 40 koperatîfan hatine û em li vir civiya ne. Me xwest ka koperatîfên me çi dikin û çi dixwazên wan hene?  Gelo kî çewa û çiqas dahat bidest ve tîne, rewşa wan çewa ne û ber bi ku ve diçe? Dîsa me xwest bizanin ku ka li kîjan bajêrî çiqas piştgriya kooperatîfan tê kirin û çewa dikare ew piştgirî bên zêde kirin. Iro em bi van mebestan civiya ne.”

Jinên ku di koperatîfan de kar û xebat dimeşînin jî radigihînin ku lidarxistina komxebatên wiha ji bo ku ew xwe bipêş bixin gelek girîng in.

Ceylan Kiliç jî salekî berê beşdarî xebatên koperatîfan bûye û ji Gever a ser bi Colemêrgê ve hatiye û beşdarî komxebatê bûye.

Nûnera Koperatîfa Destar Ceylan Kiliç dibêje: “Tişteke gelek girîng e bo me. Civînên wiha dema ku çê dibin jî em dixwazin her tim di nav de bin. Li gel hev kar û xebatan bikin û ji fikrên nû fêr bibin. Disa  danûsitendnên xwe zêde bikin da ku ji aliyê derûnî (psikolojî), abûrî û fikran de ji hev sûdê werbigirin.”

Jinên ku ji 40  koperatîfên li Bakurê Kurdistanê hatine di vê komxebata xwe de, dê li ser pirsgirêkên xwe gengeşiyan bikin û biryar bidin ku di paşerojê de dê çewa karibin hilberîn û şiyanên xwe êdetir bikin.”