Cotkarek ji ber bihabûna sotemeniyê li şûna tirektorê hesp bi kar tîne

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê cotkarek ji ber bihabûna sotemeniyê êdî nikare teketora xwe bi kar bîne û ji bo ajotina zeviya xwe hespê xwe bi kar tîne. Cotkarê bi navê Cuma Buyukkiliç dibêje rewş êdî hatiye wê astê ew nikare pêdiviyên hespê xwe jî dabîn bike.

Bihabûna sotemeniyê ya li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê berdewam e, ev yek bandora xwe li hemû beşên jiyanê dike ku cotkarî jî yek ji wan qadan e. Lîtreya mazotê ji 27 lîreyê tirkî zêdetir bûye û cotkarê bi navê Cûma Buyukkiliç jî ji ber ku lêçûnên sotemeniyê rê nade êdî qasî têra debara xwe hilberînê bike, teketora xwe daniye ber deriye xwe û êdî bi hespê xwe zeviya  xwe diajo. Cûma Buyukkiliç dibêje berê wî erdê xwe bi teketorê diajot lê niha bihabûna sotemeniyê buye sedem ku serî li vê rêbazê bide.

Cotkar Cûma Buyukkiliç ji K24ê re got: “Ji ber ku nirxê mazotê gelek biha bû êdî ez nikarim teketora xwe bişixulînim. Min teketor daniye ber derî û bi hespê xwe kare ajokariyê dikim. Her tişt biha buye. Nikarim wisa berdewam bim. Em wisa zirarê dikin.”

Temenê Cuma Buyukkiliç 67 e û xwe dîtiye heta niha bi kare cotkariyê ve mijul e û dide zanîn ku berê wî kare xwe bi hêsanî dikir û hilberînek berketî bi dest dixist, lê niha temenê wî bilind bûye û wek berê hêza wî nemaye bi awayeke berdewam di bin tava dijwar de kar bike û tîne zimên ji ber ku wek berê nikare kar bike malbata wî jî êdî rêzê lê nagire.

Cotkar Cûma Buyukkiliç dibêje: “Temenê min jî bilind bûye, nikarim wek berê kar bikim. Zarok jî ji min gazindan dikin. Dibêjin tu nikarî kar bikî. Ma ka ez çawa bikim. Hêza min têra evqasî dike. Min îsal bacan ajotiye lê ew jî zirar e, dê ti dahatek bi dest nexim.”

Cotkarê ku ji kare giran êdî bêzar buye dibêje ev rewş ji bo hespê wî jî rewşek zehmet û dijwar e, ji ber ku dema ew zeviya xwe bi hespê xwe diajo divê pêdiviyên hespê xwe jî dabîn bike ku bihabuna li hemû beşên jiyanê de xwe daye der di xwedîkirina hesp de jî wî dixe tenagasiyê.