Îran: Her operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li ser sînorî Sûriyê dê bibe sedema nearamiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê li Şamê ragihand, her operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li ser sînorî Sûriyê, dê bibe sedema nearamiyê herêmê.

Di dema ku Tirkiye amadekariyên destpêkirina operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê de, Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Ebdullaiyan duhî bi serdanekê gihîşt Şamê û piştî civîna ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Muqdad, konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de li dar xist.

Emîr Ebdullaiyan derbarê egera destpêkirina operasyoneke Tirkiyê li bakurê Sûriyê de ragihand, Îranê her destêwerdaneke derve di nava karûbarên navxweyî yên Sûriyê de re dike, ji ber ku ev destêwerdan dê rewşê aloztir bike.

Ebdullaiyan got: “Em dibînin ku her operasyoneke leşkerî li Sûriyê, dê ewlehiya herêmê têk bide.

Her wiha got: “Ez îro di serdana xwe de bi rayedarên Sûriyê re axivîm û ji wan re ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê dê hewlên xwe bi rêyên dîplomatîk û diyalogê bide.”

Ev daxuyaniya Wezîrê Derve yê Îranê Amir Ebdullahiyan piştî wê tên ku roja 27ê Hezîrana borî di serdana xwe ya ji bo Enqerê de gotibû: “Em têdigihin ku dibe operasyoneke taybet (li Sûriyê) pêwîst be.”