Pervîn Buldan: Cihê çareseriya pirsa Kurd Parlamento ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka HDPê Pervîn Buldan di beşdariya Kongreyê de da xuyakirin, ew ji bo çareseriya pirsa Kurd amade ne û cihê çareseriyê jî parlamentoya Tirkiyê ye.
Kongreya 5emîn a HDPê bi diruşmê “Çare em in, gotina me heye” îro 3ê Tîrmehê li Enqerê tê kirin. Hevseroka HDPê Pervîn Buldan di kongreyê de gotarek pêşkêş kir.
Pervîn Buldan li ser partiya xwe got: “Ewên dixwazin di siberojeke nû de xwe bibînin, divê tevlî HDPê bibin. Divê hemû alî bizanin, HDP ne ew partiye ye ku pê çem were derbaskirin.”
Derbarê çareseriya pirsa Kurd de jî Pervîn Buldan got: “Em careke din dibêjin, cihê çareseriya pirsa Kurd Parlamento ye. Li gor ezmûnên xwe yên berê, em amade ne di her qonexeke çareseriya pirsa Kurd de cih bigrin. Dema aliyên naxwazin pirsê çareser bikin bi dawî dibe. Dema HDPê jî dest pê dike.”