Artêşa Tirkiyê hêzên xwe ber bi çeperên şer ên li gundewarê Helebê ve dibe

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, gundê derdora Til Rifet û Minbicê dane ber top û mûşekan

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, karwaneke leşkerî ya artêşa Tirkiyê di deriyê sînorî yê El-Raî re derbasî gundewarê bakurê rojhilatê Helebê li nêzîk Minbicê bû.

Karwana leşkerî ji wesayitên giran, wesayitên zirxî û kelûpelên cuda pêk tê û li xalên artêşa Tirkiyê yên li hember Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Encûmena Leşkerî ya Minbicê li gundewarê bakurê rojhilatê Helebê bicih bûn.

Ji bilî wê tevgerê jî, Artêşa Tirkiyê derdora gundên Dêr Cemal, Kefr, Til Rifat, Soxanekê, Bênê, Kefer Anton û Maranaz ên di navbera Efrîn, Ezaz û Til Rifetê de bi dehan top û mûşekab topbaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, di encama topbarana artêşa Tirkiyê li derdora gundê Ereb Hesen li gundewarê bakurê Minbicê 2 welatî hatin kuştin.

Ev yek hevdem e ligel gihîştina hêzên leşkerî yên rêjîma Sûriyê bo xetên germ ên li aliyê hemberê ku çalakvanan diyar kirin, hêzeke leşkerî ya mezin ya rejîmê gihîştin Minbic û Eyn Îsa li gundewarê rojhilatê Helebê.

Her wiha karwaneke mezin a ku ji dehan wesayîtan pêk dihat, gihişte mihwerê gundê El-Erîma ya gundewarê Minbicê û li nêzî xalên pêwendiya bi grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve bi cih bûn.

Ev yek piştî wê tê, Tirkiye gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li Til Rifet û Minbic dixwe û pêr 2ê Tîrmehê hêzên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ji Efrîn û Ezazê bi ber mihwerên li hember Til Rifetê ketibûn tevgerê.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 23ê Gulanê ragihandibû ku artêşa Tirkiyê dê dest bi operasyonên leşkerî bike û herêma ewle ya bi kûrahiya 30 k.m li bakurê Sûriyê bike.

Di wê derbarê de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bang li hikûmeta Sûriyê kiribû ku li hember gefên Tirkiyê, sînorên welatê xwe biparêze.