Brîtanya: Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê aloz in û pêwîst e bi guftûgoyê werin çareserkirin

Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê: Berpirsatiya her hikûmetan e ku pirsgirêkên xwe di berjewendiya xelkê de çareser bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê David Hunt diyar dike: “Pirsgirêkên Hewlêrê û Bexdayê aloz in û pêwîst e bi riya guftûgoyan bêne çareserkirin.”

Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê David Hunt duhî li perawîza merasîma îmzakirina peymana hevkarîkirina akademîk a di navbera zanîngehên Brîtanya û zanîngehên Herêma Kurdistanê de ji K24ê re axivî.

David Hunt got: “Ew têdigihin ku pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê aloz in, lê belê pêwîst e bi riya guftûgoyan ev pirsgirêk bêne çareserkirin.

Destnîşan kir jî: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, em bi berdewamî bi Hewlêr û Bexdayê re li ser xetê ne, lê di dawiyê de ev berpirsatiya her hikûmetan e ku pirsgirêkên xwe di berjewendiya xelkê de çareser bikin.

Di navbera Hewlêr û Bexdayê de gelek nakokî hene ku bi salan kom bûne, bi taybet ên girêdayî bi navçeyên madeya 140 a destûrê, enerjî û bûdceyê.

Ji dema ku Dadgeha Bilind a Federal biryar da ku yasaya neft û gazê li Herêma Kurdistanê ne destûrî ye, nakokî bi awayekî zêde di navbera Hewlêr û Bexdayê de aloz bûne.

Herêma Kurdistanê pêştir gotibû ku Dadgeha Federalî ne li gorî destûrê hatiye avakirin û biryarên wê siyasî, neyasayî û redkirî ne.