Çavuşoglu: Eger Swêd û Fînlandayê pabendî rêkeftinê nebin, em ê wan bo NATO wernegirin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand, eger Swêd û Fînlanda pabendî sozên xwe nebin, ew ê li gor wê gav biavêjin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, eger Swêd û Fînlanda pabendî sozên xwe nebin, ew ê li gor wê gav biavêjin.

Mevlut Çavuşoglu beşdarî kaneleke Tirkiyê bû û diyar kir,  di navbera Tirkiye û Swêd û Fînlandayê de du kêşeyên sereke hene. Ya yekem karên PKK li van her du welatan e, ya duyem jî dorpêçiyên her du welatan li ser Tirkiyeyê ne.

Çavuşoglu got, PKK di lîsta terorê ya NATOyê de cih digre û yekem car e, YPG-PYD jî di belgeyeke NATOyê de cih digre. Herwiha destnîşan kir, serok û serokwezîrên her du welatan soz dane ku piştevaniya rêxistinên terorê nekin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê got, eger her du welat sozên ku dane cîbicî nekin, Tirkiye jî dê gavên pêwîst biavêje ku eger prose di Parlamentoya Tirkiyeyê de neyê qebûlkirin, endamtiya wan bo NATO qebûl nabe.

Roja 28ê Hezîrana 2022yan, di roja yekem a Lûtkeya NATOyê de li Madrîda paytexta Îspanyayê, civînek hate kirin û her sê welatan, Tirkiye, Fînlanda û Swêd ji bo berdewamiya piştevaniya li dijî her gefeke li ser ewlekariya hevdu, peymanek îmze kirin.

Astengkirina çalakiyên PKKê û radestkirina kesên ku Tirkiye wan weke terorist bi nav dike û daxwaza wan ji Swêd û Fînlandayê dike, xalên sereke yên naveroka peymanê bû û her yek ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Derve yê Fînlandayê Pekka Olavi Haavisto û Wezîra Derve ya Swêdê Anne Linde ew peyman îmze kirin.