Wezareta Perwerdehî ya Tirkiyê ji bo zimanê Kurdî tenê 3 mamosteyan werdigre

Wezareta Perwerdehî ya Tirkiyê eşkere kir ku 20 hezar mamosteyên nû dê werin wergirtin û ji 20 hezar mamosteyan tenê 3 mamoste ji bo zimanê Kurdî hatine diyarkirin.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Perwerdehî ya Tirkiyê eşkere kir ku 20 hezar mamosteyên nû dê werin wergirtin û ji 20 hezar mamosteyan tenê 3 mamoste ji bo zimanê Kurdî hatine diyarkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê, ji bo zimanê Erebî 175, ji bo zimanê Îngilîzî 1004 û ji bo zimanê Almanî 1 mamoste hatin diyarkirin.

Ji 20 hezar kontenjanan, ji bo zimanê Kurdî ku li Tirkiyê zimanê duyem ê axaftinê û li Bakurê Kurdistanê zimanê yekem e, wezaretê tenê 3 kontenjan diyar kirin.

Herwiha ji wan 3 kontenjanan, 2 mamoste ji bo zaravayê Kurmancî û yek jî ji bo zaravayê Zazakî ye.

Li Bakurê Kurdistanê dersa bijarte ya zimanê Kurdî di sala 2012an de dest pê kir. Îsal ji aliyê saziyên ziman, rêxistinên sivîl, ragihandin û siyasetmedaran ve kampanyayeke berfireh hat lidarxistin kirin, da ku xwendekarên dersa bijarte ya zimanê Kurdî zêde bibin.