Papa Francis: Ez dixwazim Putin bibînim

Papayê Vatîkayê Papa Francis îdiaya ku ji ber nexweşiyê dest ji postê xwe berdide, red dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Papayê Vatîkayê Papa Francis îdiaya ku ji ber nexweşiyê dest ji postê xwe berdide, red dike. Herwiha Papa diyar dike ku ew dixwaze serdana Moskow û Kîevê bike.

Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand, Papa Francis red kiriye ku ji ber nexweşiyeke metirsîdar ji karê xwe dûr bikeve.

Papayê Vatîkanê destnîşan kiriye: “Dibe ku di 85 saliya xwe de ez ji karê xwe dûr bikevim, niha tûşî êşeke sivik a çokê bûme, loma min serdana xwe ya Efrîqayê paş xist, ku biryar bû di vê mehê (Tîrmeh) de encam bidim.”

Papa Francis eşkere kiriye, dibe ku di vê mehê de serdana Kanadayê bike û ew dixwaze serdana Moskow û Kîevê bike.

Beriya niha Papa Francis hewl dabû ku ji bo rawestandina şer di navbera Rûsya û Ukraynayê de navbeynkariyê bike, herwiha ew daxwaz dike Serokê Rûsyayê Vladimir Putin vexwîne Vatîkanê.