Brîtanya hewl dide Zanîngeha Londonê li Hewlêrê veke

Konsulê Brîtanyayê pêşniyara vekirina Zanîngeha Londonê kir, ku ji aliyê veberhênerekî Kurdistanê ve hatiye xwestin li Hewlêrê were vekirin.

Hewlêr (K24) – Konsulê Brîtanyayê pêşniyara vekirina Zanîngeha Londonê kir, ku ji aliyê veberhênerekî Kurdistanê ve hatiye xwestin li Hewlêrê were vekirin û tekez jî kiriye ku ew zanîngeh dê bibe navenda herî mezin a li Rojhilata Navîn.

Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, îro Konsulê Giştî yê Brîtanya yê li Hewlêrê David Hunt serdana desteyê kir û pêşniyara vekirina wê zanîngehê bo Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî kir û tekez kir ku ew zanîngeh dê bibe navenda herî mezin a li Rojhilata Navîn.

Di hevdîtinê de Serokê Desteya Veberhênanê tekezî li girîngî û pêwîstiya wan pêngavên Konsulê Brîtanya û aliyê cîbicîkar kiriye, bi taybetî veberhênana li sektora perwerde û xwendinê. Herwiha destnîşan kir ku ew ê ji bo terxankirina zevî û dayîna destûrê û xebatên serxistina projeyê, hemû hewldanên xwe bikin.

Mihemed Şukrî diyar kir, bi giştî zanîngehên Herêma Kurdistanê di asteke gelek baş de ne û armanca wan ew e ku bi rêya veberhênanê girîngiya zêdetir bidin vê sektorê.

Zanîngeha Londonê di sala 1830yî de hatiye damezrandin û yek ji 10 zanîngehên herî mezin û baş ên Brîtanyayê ye.