Têgihiştineke nû di navbera HSD û Şamê de ji bo rûbirûbûna Tirkiyê

Têgihîştineke leşkerî ji bo rûbirûbûna her êrîşeke Tirkiyê di navbera HSD û artêşa Sûriyê de pêk hatiye
Hêzeke artêşa Sûriyê - Arşîv
Hêzeke artêşa Sûriyê - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo rûbirûbûna her êrîşeke nû ya artêşa Tirkiyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêjîma Sûriyê gihîştin lihevkirinekê.

Rêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî di hevpeyvînekê bi “Al Arebia. net” re ragihand, di navbera HSD û artêşa Sûriyê de têgihîştineke çêbûye ji bo rûbirûbûna her hewleke dagîrkirinê ya Tirkiyê.

Şamî her wiha diyar kir, tiştê di navbera HSDê û Şamê de çêbûye, ne rêkeftineke nû ye, lê belê têgihîştineke leşkerî ji bo rûbirûbûna her êrîşeke plankirî ya Tirkiyê ye.

Da zanîn jî: “Piştî têgihîştina ku şeva borî pêk hatiye, şeva borî 550 leşkerên rejîmê gihiştin herêmên HSDê û li bajarokê Eyn Îsa, derdoa Bab, Minbic û Kobanê bi cih bûn.”

Bal kişande ser wê yekê ku “eger Tirkiye êrîşek bike, ev leşkerên rêjîmê dê li kêleka encûmenên leşkerî yên girêdayî HSDê şer bikin. Ji ber vê yekê dibe ku ew li kêleka Encûmena Leşkerî ya Minbicê şer bikin, ji bo rûbirûnûna her êrîşeke Tirkiyê li ser bajarê Minbicê.”

Bi gotina Rêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê, ev têgihîştina ku şeva Yekşemê bi rejîmê re hatiye kirin, piştî “gotûbêjên berê” pêk hatiye.

Her wiha got jî: “Ji ber vê yekê eger heye ku kontrolkirina bajarê Babê jî, beşeke ji planên êrîşa hêzên hikûmetê be.”

Her di vê çarçoveyê de jî, Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd got, ew bi berpirsên Sûrî re li ser pêşxistina karekî hevbeş û danîna nexşerêyeke berevaniyê kar dikin û di vê derbarê de pêşketineke erênî heye.

Di dema ku gefên Tirkiyê ji bo destpêkirina operasyoneke nû li Til Rifet û Minbicê zêde dibin, li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê ji çend rojan ve li nêzîk wan bajaran di rewşa amadehiyê de ne.