Îran hewl dide Sûriyê û Tirkiyê bêyî şer nêzîkî hev bike

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Di heyama ku Tirkiye hewl dide operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê pêk bîne, Îran dixwaze bi navbeynkariyê Tirkiye û Suriyê nêzîkê hev bike. Li gorî dîplomatên Tirkiyê, bi şertê ku Tirkiye zirarên daye Sûriyê çareser bike, dê Sûriye demeke dirêj de xwe nêzî Tirkiyê dike. Lê pispor dibêjin kêşeyên kûr û mezin navbera Tirkiye û Sûriyê de hene ne pêkan e bi navbeynkariya Îranê nêzîkbûnek pêk bê.

Di dema ku Tirkiye amadekariyên destpêkirina operasyoneke leşkerî li ser Rojavayê Kurdistanê dike Îran hewl dide bi navbeynkariyê alozî û pirsgirkên navbera Sûriyê û Tirkiyê de bêyî şer çareser bikin. Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Abdullahiyan pişt serdana xwe ya Tirkiyê ya 27ê Hezîranê, di 6ê Tîrmehê de jî bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Muqdad re hevdîti pêk anî. Di vê hevdîtnê de wezîrê Îranê ragihand ku ew ê hewl bidin bi rêyên siyasî kêşeyên navbera her du welatan de çareser bikin. Bi boçûna dîplomatên berê yên Tirkiyê, bi şertê ku Tirkiye hemû zirarên Sûriyê dabîn bike dê Suriye demeke dirêj de xwe nêzî Tirkiyê bike û Îran ji bo ku Tirkiye li Sûriyê zêde belav nebe daxwaza navbeykariyê dike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê yê berê Yaşar Yakiş got: “Bêguman Tirkiyê zirarên gelek mezin dane Sûriyê. Bi şertê ku Tirkiye ev zirarên ku 12 sal in daye Suriyê pêşwazî bike di demeke dirêj de Sûriye û Tirkiye dê nêzîkê hev bin. Lê Sûriye zû bi zû nêzîkbûneke siyasî û dîplamatîk nade destpêkirin. Ji ber ku Tirkiyê polîtîkayên geleke xelet li Sûriyê birêve birin. Her wiha Îran ji bo ku Tirkiye zêde li Sûriyê belav nebe dixwaze kêşeyê çareser bike û Tirkiyê ji Sûriyê derxîne.”

Li gorî pisporên Rojhilata Navîn kêşeyên mezin di navbera Tirkiye û Sûriyê de hene loma ne pêkane nêzîkbûnek çêbe û Tirkiye jî zêde baweriyê bi Îranê naîne ber vê çendê navbeynkariyeke serkeftî nabe.

Pipsorê Rojhilata Navîn Oytun Orhan dibêje: “Di pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê de kêşeyên gellek kur û mezin hene û hêj jî berdewam dikin. Ne pêkan e ku ev kêşeyên heyî di demeke nêzîk de bên çareserkirin. Di mijara nevbeynkariya Îranê de jî Tirkiye bawerî Îranê nake. Ji ber ku Îran piştevaniya Rejîma Esad dike û li qadê jî rikeberê serek yê Tirkiyê ye. Ber van sedeman Tirkiye Îranê bêalî nabîne.”

Li Sûriyê piştî ku di sala 2011an de şerê navxweyî dest pê kir Tirkiyê hemberî rejîma Esad piştevaniya hêzên muxalîf kir û Esad weke kujerê hemwelatiyê xwe binav kiribû. Di sala 2012an de jî ji ber qutbûna pêwendiyan siyasî û dîplomatîk her du welatan jî balyozxaneyên xwe girtin û pêwendiyên xwe bi dawî kirin.