Berdevkê HezKurdê: Peywirdarkirina 3 mamosteyan wek bêrêziyekê li Kurdan e

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Wezareta Perwerdehiya Neteweyî Ya Tirkiyeyê ragihand ku dê di 1ê Îlonê de 20 hezar mamsoteyên nû werin peywirdarkirin ku bo zimanê Kurdî 3 mamoste tenê dê werin wergirtin. Ev yek nava rêxistinên ziman de rastî bertekên tund hat û hat amajekirin ku divê ti aliyek Kurd vê yekê qebûl neke.

Hat ragihandin ku dê îsal di 1ê Îlonê de dê 20 hezar mamosteyên nû werin peywirdarkirin û serîlêdan jî dê navbera 27-31ê tebaxê de be. Ev ragihandin di nava kurdan de rastî bertekên tund hat ji ber ku bo milyonan zarokên kurd 3 mamoste tenê dê werin peywirdarkirin ku 2 bo kurmancî 1 bo zazakî ye. Hereketa Zimanê Kurdî HEZKURD ku derdema serîlêdana waneya bijare ya zimanê kurdî de helmetek bibandor meşandibû derbarê ragihandina Wezareta Perwerdehiya Neteweyî Ya Tirkiyeyê de bal kêşand ku bêrêziyek hember kurdan e û divê ti kurdek vê qebul neke.

Berdevkê HezKurdê Barij Celalî ji K24ê re got: “Ji bo 32 milyon Kurdan peywirdarkirina 3 mamosteyan wek heqaretekê li Kurdan e. Ji berê de helwestek wisa ya dewletê heye. Divê kurd bi awayeke yekdeng li dijî vê helwestê derbikevin.”

Ji sala 2012an ve 79 mamosteyên zimanê kurdî hatine peywirdarkirin. Siyasetmedar û parastvanên zimanê kurdî balê dikêşin ku divê kurd bibin yekdeng da ku saziyên fermî nekaribin wisa bi hêsanî mafên kurdan tine bihesibînin.

Cîgirê Serokê Partiya Însan û Azadî û Rêveberê Platforma Zimanê Kurdî Sedat Dogan dibêje: “Kurd hemû berpirsiyariyên welatîbûnê cîbicî dikin ku baca xwe didin, devê bermaberê wê jî mafên wan werin nasîn. Helwesta hember kurdan ne şerîeta îsa de, ne şerîeta Mûsa de, ne jî şerîeta Mihemed de heye, ne jî di hiquqa ewropa de heye.”

Îsal hîn ne diyar e çend xwendekaran serî li waneya bijare ya zimanê kurdî dane lê li ser heman pirsên CHP û HDPê yên derbarê serdema 2021-22 de wezaretê bersivên ji hev cuda dabûn û ji CHPê re gotibû 20 hezar û 265 û ji HDPê re gotibû 16 hezar û 842.

Di bin banê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê de 1 milyon û 148 hezar mamoste hene û îsal bo ingilîzî 450, bo almanî 175 û bo erebî jî 193 mamoste dê werin peywirdarkirin.