Nêçîrvan Barzanî: Kilîta aramiya Iraqê nemana pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û senatorê Amerîkî Lindsey Graham gotûbêj li rewşa Iraq û navçeyê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li senatorê navdarê Amerîkî Lindsey Graham kir û di civînê de tekezî li giringiya parastina ewlehî û aramiya navçeyê hate kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 5ê Tîrmehê li Hewlêrê pêşwazî li senatorê navdarê Amerîkî Lindsey Graham û şanda pê re kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka hevdîtinê ragehandiye, di hevdîtinê de ku Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski û çendîn fermandeyên Amerîkî yên hêzên Hevpeyman û dîplomat amade bûn, guftûgo derbarê rewşa Iraqê, şerê li dijî terorê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa Sûriyê û Kurdan li wî welatî de hatin kirin.

Di civînê de her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina ewlehiyî û aramiyê kirin û li ser vê jî hevnêrîn bûn ku metirsiya terorê û dubare aktîfbûna DAIŞê gefeke cidî ye li ser aramiya Iraq û Sûriyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya Amerîka kir ku di şerê terorê de alîkariya Kurdistan û Iraqê kiriye û dike û ragehand, kilîta aramî û nemana pirsgirêkên Iraqê, çareserkirina arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê ye û ev jî bi diyalog û li ser bingeha destûrê dibe.

Di hevdîtinê de pêwendiyên Iraq û Kurdistanê bi welatên cîran re û dawî pêşhatên deverê û çend mijarên din hatin axaftin.