Serokê AK Partî yê Diyarbekirê: Min jî dixwest mamosteyên Kurdî zêde bibin

Diyarbekir Muhammet Şerîf Aydin di civîna mehane de amaje kir ku dile wî dixwest ku gelek mamosteyên Kurdî werin peywirdarkirin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Serokê Ak Partî yê Şaxa Diyarbekir Muhammet Şerîf Aydin di civîna mehane de amaje kir ku dile wî dixwest ku gelek mamosteyên Kurdî werin peywirdarkirin.

Di civîna mehane ya nirxandina rojevê ya Ak Partiyê ya Diyarbekirê de Serokê Ak Partî yê Şaxa Diyarbekirê Muhammet Şerîf Aydin bersiva pirsa Kurdistan24ê ya derbarê hijmara peywirdarkirina mamosteyên Kurdî de da, ku ji bo waneya zimanê Kurdî 3 mamoste tenê dê werin peywirdarkirin

Serokê Ak Partî yê Şaxa Diyarbekir Muhammet Şerîf Aydin amaje kir ku wî jî wek Kurdek dixwest hijmareke gelek zêde mamosteyên Kurdî werin peywirdarkirin lê li gorî kêmasî û pêdiviyan ew hijmar derketiye holê ku dê pêşerojê de hijmara peywirdarkirina mamosteyên Kurdî zêdetir bibin.

Muhammet Şerîf Aydin derbarê hilbijartinan de jî got êdî pêvajoya hilbijartinê dest pê kiriye û ew bawer dike ku dê li Diyrbekirê Ak Partî di hilbijartina Hezîranê de dengê herî bilind ê 20 salên dawîn bi dest bixe ku Ak Partiyê heta niha li Diyarbekirê herî zêde %40 deng wergirtiye.