Faîk Bucak li Sêweregê hat bibîranîn

Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Tirkiye Faîk Bucak li Sêwregê bi beşdariya girseyî hat bîranîn.
Faîk Bucak li Sêwregê bi beşdariya girseyî hat bîranîn
Faîk Bucak li Sêwregê bi beşdariya girseyî hat bîranîn

Riha (K24) - Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Tirkiye Faîk Bucak li Sêwregê bi beşdariya girseyî hat bîranîn.

Di merasîma bîranînê de helbest hatin xwendin û hat amajekirin ku bîranînên Faîk Bucak dê ti caran neyên jibîrkirin û doza Kurdistanê dê were şopandin.

Di 56emin salvegera şehadeta wî de, hezkirî û endamên malbata Faîk Bucak li ser gora wî li hev civiyan û bi merasîmekê ew bi bîr anîn.

Di merasîmê de siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd amade bûn û kurê Faîk Bucak Sertaç Bucak ku niha Serokê PDK – Bakur e, helbestek li ser gora bavê xwe xwend.

Faîk Bucak di 4ê Tîrmeha sala 1966an de li Rihayê rastî êrîşek çekdarî hat û bo nexweşxaneyê hat rakirin, tevî ku birîna wî ne giran bû, piştî rojekê di nexweşxaneyê de di 5ê tîrmehê de jiyana xwe ji dest da û paşê hat zanîn ku mudaxale li dermankirina wî hatibû kirin û ew mudaxaleya xelet bû sedem ku jiyana xwe ji dest bide.