Moskow: Çekên ku didin Ukraynayê diçin Rojhilata Navîn

Wezîrê Berevanî yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand, çekên ku ji Ukraynayê re têne dayîn, li bazara reş têne firotin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevanî yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand, çekên ku ji Ukraynayê re têne dayîn, li bazara reş têne firotin.

Sergey Şoygu di gotareke televîzyonê de diyar kir, çekên ku Ewropa dide Ukraynayê bi rêya bazara reş digihîjin Rojhilata Navîn.

Şoygu eşkere kir, heta niha Ewropayê 28 hezar ton çek dane Ukraynayê, da ku şer û pevçûn û xwînrijandin berdewam bin.

Ji destpêka şerê Ukraynayê ve, Kîev û Moskow çendîn gerên gotûbêjan encam dan û gotûbêjên navbera her du welatan rawestiyan, Wezareta Derve ya Rûsyayê li ser vê mijarê ragihand, Ukraynayê gotûbêj rawestand.

Şerê Ukraynayê roja 24ê Sibata 2022yan ve dest pê kiriye û di destpêka şer de Rûsya heta nêzîkî Kîeva paytext pêş ket, piştre paşve vekişiya. Şerê Ukraynayê bandorê li ser bazarên cîhanê jî kiriye.