Fîlmê Bêniştiman li Hewlêrê hat nimayîşkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Hewlêrê cara yekem fîlmê sînemayê yê bi navê "Bêniştiman" hat nimayîşkirin.
Bi beşdariya hunermend û rewşenbîran, duhî 5ê Hezîrana 2022an fîlmê sînemayê yê bi navê "Bêniştimanî" bo cara yekem hat nimayişkirin.
Ev fîlm behsa êrîşên DAIŞê û koçberbûna bi hezaran kes û êş û azarên Kurdan dike.
Fîlmê Bêniştiman fîlmekî Kurdî ye ku derhenêrê wî Turec Eslanî ye û gelek hunermend û aktorên ji her çar parçeyên Kurdistanê tê de beşdar in.